Bi sernavê “Ekolojî: Serhildana Jîngehê” Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li kantona Reqayê li dar xist.
Di civînê de Nûnerên Desteya Jîngehê, Meclisa Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Parastina Jîngehê beşdar bûn.
Di civînê de, senefizyon û rapora giştî ya Desteya Jîngehê û raporên taybetî yên her kantonekê hatin xwendin, ku tê de karên xwe yên di nav salê de temam kirine, zelal kirin.
Di dawiya civînê de û piştî nirxandina beşdaran hin perspektîv derketin.
Di perspektîvan de tekezî li ser bicîhanîna qanûna parastina jîngehê ya pejirandî û bicihanîna prensîbên ekolojiyê di hemû sazî û dezgehan de, hat kirin.
