KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA REVANDINA HEYFA Û NÛRHAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna Jinan a Zenûbyayê li Reqayê bi daxuyaniyekê revandina herdu jinan Heyfa Adil û Nûrhan Celal şermezar kir.

Kombûna Jinan da xuyakirin ku revandina jinan li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê de, metirsiyeke mezin li ser azadiya jinan çêdike.

Her wiha hate gotin ku kiryarên bi vî rengî li dijî gel û bi taybet jinên Sûriyê, li dijî zagonên hiqûqî û mirovî ye.

Kombûna Jinan a Zenûbya di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û navnetewî kirin ku erkê xwe yê qanûnî pêk bîne û çarenûsa herdu jinan were eşkere kirin.

Share This Article