Desteya Jin a Rêveberiya Xweser îro bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta tirk a dagirker li bajarokê Sirînê pêk aniye şermezar kir.
Desteyê di daxuyaniya xwe de got, dewleta tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk êrîşên qirkirinê li dijî sivîlan pêk tîne.
Dewleta tirk bêyî ku rêzê ji zagon û peymanên navdewletî re bigire, sivîlan di nav de zarok û jinan hedef digire.
Desteyê diyar kir, komkujiya ku dewleta tirk a dagirker li bajarokê Sirînê pêk aniye li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.
DESTEYA JIN KOMKUJIYA LI BAJAROKÊ SIRÎNÊ ŞERMEZAR KIR
