Desteya Jin a kantona Firatê civîna xwe ya nîvê salê li avahiya meclisa cîbicîkar a bajarê Kobanê li dar xist.
Civîn bi amadebûna hevserokên desteyan, nûnerên kongra Star û endamên dezgehên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Di civînê de karûxebatên ku di nava 6 mehan de hatine pêkanîn û astengiyên ku li pêşiya xebatên jinan derdikevin, hatin nîqaşkirin.
Her wiha plansaziya xebatê ya ji bo her 6 mehên dahatî jî hate danîn û tekezî li ser cîbicîkirina projeyên pêşxistina rewşa jinan hate kirin.
DESTEYA JIN A FIRATÊ CIVÎNA XWE YA NÎVÊ SALÊ LI DAR XIST
