DESTEYA JIN A DÊRAZORÊ CIVÎNA XWE YA NÎVÊ SALÊ BI PLANSAZIYÊN GIRING BI DAWÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo şopandin û nîqaşkirina xebat û projeyên jinan, Desteya Jin a kantona Dêrazorê civîna xwe ya nîvê salê li hola Meclîsa Sivîl a li herêma Ma’amêl li dar xist.
Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Newroz Muslim, Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Dêrezorê Şehnaz El-Hifil, Şêwirmenda Desteya Jin, her wiha Endamên Desteyê, amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pak ê şehîdan dest pê kir, piştre rapora nîvê salê ya derbarê jinan û xebatên Komîteya Jinê hate xwendin û senevizyonek derbarê xebatê de hate pêşkêşkirin.
Di dawiya civînê de li ser çend encaman lihevkirin hatin kirin, ji wan: Aktîvkirina ragihandina jinan – xebata li ser yasaya malbatê – pêşxistina mekanîzma karkirinê ya ofîsên jinan – karkirina li ser derxistina kovareke taybet bi çalakiyên jinên Dêrazorê.

Share This Article