Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarên Amûdê, Qamişlo û Dêrikê, ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê li goristanên şehîdan merasîmên girseyî li darxistin.
Beşdarên merasîman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin, bi ruhekî bexwedêr û fedayî em ê bighîjin azadiya xwe.
Bi hezaran xelkên kantona Cizîrê ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê û şehîdên berxwedana Rojava merasîmên girseyî lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê li goristana şehîd Ismayî ji bo 6 şevanên QSD’ê û şervanek YPJ`ê ku şehîd bûn, merasîmek girseyî li dar xist.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî û Kongreya Star ve hate kirin.
Axêveran gotin, Em soz didin gel û şehîdan heyanî em bighîjin mafên xwe em ê li berxwe bidin û wê her tim Berxwedan Jiyan dirûşmeya me be.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şervana YPJ`ê Hêvî Amûdê li gundê Til Xenzîr ê başûrê bajarê Amûde spartin axê û şehîd Mezlûm Efrîn jî wê li goristana Şehîd Dicla ya bajarê Kobanê bispêrin axê.
Li Qamişloyê ji bo 6 şehîdên berxwedana parastina Rojava li goristan şehîd Delîl Saroxan merasîmek girseyî hat lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya QSD’ê ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku Ew tu carî axa welat terik nakin û her dem dê şopdarên riya şehîdan bin.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîd Devrim, Cebel û Şervan spartin axê.
Bi sedan xelkê Dêrikê, Girke Legê û Çilaxa bi merasîmekê li goristana şehîd Xebat 3 cangoriyên azadiyê oxir kirin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Îslama Demokratîk û PYD’ê ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û tekez kirin ku Divê em erkên xwe li beramberî wan pêk bînin û em welatparêz bin.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.
Şehîd bi dirûşmeya ’’Bijî Berxwedana Rojava’’ spartin axê.
