desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê kişandina vîdyoklîpa strana bi navê “Stranên Jiyanê” bi dawî bûn.
Klîp 72 hunermendên jin û mêr ji hemû herêma bakurê rojhilatê Sûriyê kom dike.
Ji bo parastina huner û mûzîka resen a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Çandê bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, dem bi dem stranên gelêrî derdixin.
Herî dawî Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê klîba strana bi navê “Stranên Jiyanê” bi dawî kir.
Kamîreya Rojava Tv ji bo bêtir agahdariyan werbigre bi Cîgira heSerokatiya desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz Muslim re hevpeyvîn kir.
Ji aliyê xwe ve endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê û Kantona Şehbayê Mihemed Dawûd destnîşan kir ku huner tekane peyama gihandina dengê şoreşê li her deverê ye.
Hêjayî gotinê ye ku ev vîdyo klîp ne ya yekem , ji ber ku desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê her tim di xebatên xwe de ji bo piştgiriya biratiya gelan û jiyana hevbeş a aştiyane di hemû xebatên xwe yên hunerî de dixebitin .
