Dayikên aştiyê yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku banga Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareserî ye.
Di 27’ê sibatê de Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratît ragihand û ji bo bersivdana bangê, komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin û derbasî pêvajoyeke nû bûn.
Lê tevî wê jî heya niha Dewleta Tirkiyê tu gavên cidî neavêtiye û hewldanên xwe yên jiholêrakirina Kurdan didomîne.
Têkildarî mijarê dayikên aştiyê yên bajarê Qamişlo diyar kirin ku banga Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareserî ye.
Ji aliyê xwe ve dayikan tekez kirin ku ew weke dayikên aştiyê dê heta dawiyê li pişta Rêber APO bin.
Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an de di zindana Îmralê de ye û tecrîd li ser berdewam e.
