DAXWAZA RAKIRINA ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA GIHANDINA ALÎKARIYÊN MIROVÎ BO BAJARÊ KOBANÊ

Rojava Tv
2 Min Read

 

Desteya Kar û Barên Civakî û Kar û Ofîsa Rêxistinên Mirovî ya Kobanê ji hikumeta demkî xwest hemû astengiyên li pêşiya gihandina alîkariyan bo Kobanê rake.

Desteya bang li hikumeta demkî kir ku “hemû astengiyên li pêşiya gihandina vê alîkariyê bo bajarê Kobanî rake û radestî sazî û rêxistinên peywendîdar bike.

Desteya Kar û Barên Civakî û Kar li gel Ofîsa Rêxistinên Mirovî ya Kobanê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku aliyên peywendîdar û hikumeta demkî hemû astengî û zehmetiyên ku rê li ber gihandina alîkariya mirovî bo bajarê Kobanê digirin, bi taybetî alîkariya xelkê Bakurê Kurdistanê ku niha li deriyê sînor ê Kilîsê asê maye, rake.

Di daxuyaniyê hat gotin: “Di encama operasyonên leşkerî yên li herêma me de, koçberiyek girseyî ber bi bajarê Kobanî ve dest pê kir, nifûsa bajêr gihşt zêdetirî 500 hezr kesan. Binesaziya heyî êdî têra vê hejmarê nake, ev yek bûye sedema krîzek giran a gihîştina stargeh, xwarin, ava paqij û lênihêrîna tenduristiyê.

Di bersiva vê rewşê de, çend dezgehên Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê û ji Başûrê Kurdistanê ve hatî peydakirin, alîkarî şandin bajêr.”

di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 18`ê Nîsana 2026`an de, karwaneke duyemîn a alîkariyê ya ji 22 kamyonan pêk dihat ku bi xwarin, derman û cil û bergan barkirî bû, ji Bakurê Kurdistanê hat şandin da ku bi rêya deriyê sînor ê Kilîsê bigihêje Kobanê. Lê hikumeta demkî rê li ber vê karwanê girt ku bigihêje Kobanê û kel û pel di depoyeke Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) a li deriyê sînor hatin danîn.”

Daxuyaniyê bang li hikumeta demkî kir ku “hemû astengiyên li pêşiya gihandina vê alîkariyê bo bajarê Kobanî rake û radestî sazî û rêxistinên peywendîdar bike.”

Share This Article