MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN: DIVÊ GELÊ BAŞÛR LI DIJÎ ÊRÎŞAN DAKEVE QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de got, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.

Her wiha da zanîn ku berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê dê planên dagirkeran vala derbixe.

Meclisa Malbatên Şehîdan piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayan piştrast kir û got, heta dawiyê ew ê li pişta gerîlayan bin.

Di dawiyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li dijî êrîşan derkevin û li hember dagirkeriyê serî hildin.

Share This Article