Li herêma bakurê rojhilatê Sûriyê di warê sektora çandiniyê de karîseteke jîngehê rû dide.
Cotkarên herêmê dibêjin, ji ber nebûn mazot û barana tê xwastin, mewsima wan rastî zerareke mezin tê. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser dikin ku bi cotkaran re bibe alîkar.
Ji ber kêmbarîna baranê ya îsal û nebûna sotemeniya pêwîst ji bo cotkaran, her wiha buhabûna nirxê mazotê, Li herêma bakurê rojhilatê Sûriyê di sektora çandiniyê de karîseteke jîngehê rû dide.
Ev yek jî li gel cotkarên herêmê bûye cihê bêhêvîtiyê ku dê demsal zirareke pir mezin bibîne.
Derbarê mijarê de, Cotkarên herêmê dibêjin, ji ber nebûn mazot û barana tê xwastin, mewsima wan rastî zerareke mezin tê.
Her wiha cotkarên herêmêm bang li aliyên peywendîdar kirin ku bi cotkaran re bibin alîkar da ku rewşa çandiniya li herêmê baş bibe.
Cotkarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî dabînkirina mazotê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ti hêviyek wan a ji bo avdana berhemên îsal nemaye.
