Çend roj in cotkarên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna pembû kirine.
Kamîrey Rojava Tv berê xwe da gundê Girbawî ya bajarê Qamişlo û mekanîzmeya çinnîa pembû her wiha astengiyên li pêşiya cotkaran şopand.
COTKARÊN HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEST BI ÇINÎNA PEMBÛ KIRINE
Berhema pembû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî genim yek ji berhemên çandiniyê yên herî girîng tê dîtin û ji ber girîngiya wê li cîhanê, jê re “zêrê spî” tê gotin.
Li kantona cizîrê heyama çend rojane mewsima pembû dest pêkiriye.
Li gundê Girbawî ya bajarê Qamişlo desteya çandiniyê ji bo hilberandina pembû bi kalîteyekî baş, alîkariya 50 cotkarên gund kir.
Girêdayî mijarê cotkarê bi nave Zibêr Iniz behsa ferqa di navbera hilberndina pembû ya îsal û sala borî kir.
Li aliyekî din berpirsê desteya çandinyê ya gundê girbawî Rûbar Ibrahîm ji rojava tv re diyar kir ku, tevî derfetên kêm û zehmet ew her dem piştgriya cotkaran dikin.
14’ê Nîsana 2024’an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara kirîna berhemên pembû ji cotkarên herêmê ragihandibû.
18’ê Tîrmehê jî Rêveberiya Xweser li ser girîngiya çandiniya pembû ku weke çandeke stratejîk tê dîtin biryara avakirina Kampanyaya Giştî ya Pembû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, raghand.
