Xwendekarên Efrînî yên ku ji ber êrîşan koçberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Bajarê Helebê bûne, ezmûnên xwe yên werzê yekem pêşkêş dikin.
Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker bi hezaran xelkên kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle.
Tevî êrîşên dagirkeriyê, lê xwendekar dîsa jî xwendina xwe berdewam dikin.
Xwendekarên ku li Helebê jî dimînin, li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ezmûnên xwe pêşkêş dikin.
Piştî bidawîkirina proseya pêşkêşkirina ezmûnan dê pileyên giştî werin ragihandin û piştre xwendekar dest bi werza duyem a xwendinê bikin.
