CIWANÊN ŞEHBAYÊ DESTESERKIRINA 3 ŞAREDARIYÊN KURDAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn-şehba bi meşekê desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Di meşê de ciwan û koçberên Efrînî her wiha şêniyên kantona Şehbayê beşdar bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Meclisa Bajarokê Fafînê dest pê kir û heya bazara motorsiklêtan a heman bajarokî veguherî mîtingê.

Li wir, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kanona Efrîn û Şehba axaftin hat kirin.

Di axaftinan de berxwedana gelê Bakurê kurdistanê hat silavkirin û hat gotin ku desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, bi armanca têkbirina vîn û biryardariya gelê Bakurê Kurdistanê ye.

Her di mîtingê de hat tekezkirin ku Vîna gel ji siyaseta dagirkeriyê xurttir e.

Mîting bi silogana ” Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Share This Article