KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA JI BO JINAVBIRINA MADEYÊN HIŞBIRÊ KAMPANYEK RAGIHAND

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna Jinên Zenûbya bi armanca jinavbirina madeyên hişberê, îro bi daxuyaniyekê dest bi kampanyayekê kir.

Bi dehan endamên kombûnê û nûnerên saziyên jinan di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca destpêkirina kampanyayê ew e ku madeyên hişbirê werin jinavbirin û civak ji metirsiyên wê bên parastin.

Her wiha hate diyarkirin ku dijmin û dagirker dixwazin bi rêya madeyên hişbirê tevlehevî û ne aramiyê belav bikin.

Li gorî daxuyaniyê dê kampanyê ji bo dema 2 mehan li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê berdewam bike.

Share This Article