KOÇBERÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ BI HÊVIYA VEGERÊ LI BER XWE DIDIN

Rojava Tv
1 Min Read

beşek ji koçberên kantona Efrîn û Şehbayê ku li bajarê Hesekê bi cih bûne, ji Rojava TV re êş û azarên koçberiyê vedibêjin û piştrast dikin ku, çiqas zehmet be, lê hêviya wan a vegerê dê her dem geş bimîne.

Piştî êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Şehba û Til Rifatê, bi dehhezaran kes neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Koçberên Efrînî tevî ku ev cara duyemîn e koçber dibin, lê ti carî hêviya wan a vegera li Efrînê nehatiye çilmisandin.

beşek ji koçberên kantona Efrîn û Şehbayê ku li bajarê Hesekê bi cih bûne, êş û azarên koçberiyê vedibêjin.

koçberan gotin çiqas zehmet be, lê hêviya wan a vegerê dê her dem geş bimîne.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan û pêşkêşkirina alîkariyê di nava seferberiyê de ye, û heta niha Li gorî amarên Rêveberiyê 121 hezar koçberên Efrîn û Şehbayê hatine pêşwazîkirin.

 

Share This Article