Bi boneya salvegera 29’emîn a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî), Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Helebê meşek li dar xist.
Meş li taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma “Zîlan Xwedawenda me ye..Sosyalîzm jiyana me ye” bi beşdariya ciwanên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên helebê hate lidarxistin.
ciwan ji pêşiya Hola Civînan a 8’ê Adarê ber bi herêma Cebanat ve meşiyan. Di meşê de meşale hatin rakirin û durişmên dilsoziya bi şehîdan re û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Meş li çerxêrya Rêber Apo ya li beşa rojhilatê Şêxmeqsûdê veguherî mîtîngê û li wir endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nûjiyan Hisên axivî, hin gotinên şehîd Zîlan vegot û bi bîr xist ku şehîd Zîlan li hemberî hewldana qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kir.
CIWANÊN HELEBÊ BI MEŞEKÊ ŞEHÎD ZÎLAN BIBÎR ANÎN
