Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê bi meşeke girseyî Reşnivîsa Destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin, red kir.
Meş bi amedebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, saziyên jin û ciwanan ji kolana intîfade ya Reqa destpêkir û heta Qada Jina Azad dewam kir.
li qada jina azad meş veguherî mitîngê û daxuyaniyek hate dayin.
di daxuyaniyê de, reşnivîsa destûrî hate redkirin û daxwaz ji jin, ciwan û tevahî pêkhateyên herêmê nexasim durzî û elewî hate kirin ku xwe li hember her cûre paşguhkirina wan di civakê de birêxistin bikin û beşdarî avakirina sûriya pêşerojê bibin.
CIWANAN LI REQAYÊ BI MEŞEKÊ REŞNIVÎSA DESTÛRÊ ŞERMEZAR KIRIN
