ÇETEYÊN TIRKIYÊ BERHEMÊN ZEYTÛNAN ÊN EFRÎNIYAN DIDIZIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî diyar dikin ku, çeteyên Tirkiyê berhemên zeytûnên wan didizin û milkên wan talan dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Ebdo jî ji Rojava TV re ragihand ku, Tirkiyê berhemên zeytûnan ên Efrînîyan li bazarên navdewletî difroşe.

Salane di van deman de xelkên Efrînê dest bi berhevkirina zeytûnên xwe dikirin, lê ev 6 sal in ku ew bi darê zorê ji zeytûn û milkê xwe hatine dûrxistin.

Li şûna mal û zeviyên wan, malbatên çeteyên Tirkiyê yên hawirde hatine bicihkirin û malên wan dagir kirine.

Koçberên Efrînî diyar dikin ku, çeteyên Tirkiyê berhemên zeytûnên wan didizin û li bazrên cuda difroşin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Ebdo ji Rojava TV re ragihand ku, Tirkiyê berhemên zeytûnan ên Efrîniyan li bazarên navdewletî difroşe.

Herêma çiyayê Kurmênc ku bi zeytûnên xwe navdar e, piştî dagirkirinê ji bilî dizînê, xwezaya wê jî tê çolkirin, ji lewre jîngehparêz tekez dikin ku xwezaya Efrînê li ber qirkirineke metirsîdar e.

Share This Article