XELKÊN HELEBÊ ŞEHÎD ZÎLAN BI ÇALAKIYEKÊ BIBÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 29’emîn salvegera şehadeta Ş.zîlan Xelkê taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê çalakiyek lidarxistin.
Çalakî bi beşdariya bi dehan xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li Parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya Helebê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de, li ser navê Kongra Star axavtin hate kirin, di axavtinê de şehîd Zîlan hate bibîranîn û hate gotin, Zîlan yek ji jinên destpêkê ye ku nîşaneyên têkoşîna jina Kurd li çiyayê Kurdistanê xêz kiriye.
Piştî axaftinê koma Navenda Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn û hin hunermendên din hunera xwe pêşkêş kirin.
Çalakî bi diruşmên silavkirina şehîdan û banga wefadariya bi şehîdan re bi dawî bû.

Share This Article