ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ XELKÊN EFRÎNÊ YÊN RESEN SÛCAN PÊK TÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî yên ku li bajarê Qamişlo bi cih dibin têkilarî sûc û kiryarên çeteyên dewleta tirk a dagirker ji Rojava TV re axivîn.
Koçberan gotin, ji bo misogerkirina vegereke bi ewle ji bo koçberan divê çete ji Efrînê derkevin.

ji sala 2018’an ve bajarê Efrînê di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye, ji dema dagirkirinê û heta niha sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û binpêkirinên li dijî xwedayê û mirovan dewam dikin.

koçberên Efrînî yên ku li bajarê Qamişlo bi cih dibin ji Rojava TV re diyar kirin ku, heta ku çete li herêmên dagirkirî ne wê kiryar bi dawî nebin.

Clip0001

Her wiha Koçberên Efrînî destnîşan kirin ku, ji bo misogerkirina vegereke bi ewle ji bo koçberan divê çete ji Efrînê derkevin.

Di wextekê de ku banga derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî tê kirin, Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hec Hesna yê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî zarokê bi navê Mistefa Şêxo yê 18 salî dema ku parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, qetil kirin.

Share This Article