MSD’ê bi armanca nîqaşkirina rewşa jinan li sûriyê, çareserkirina aloziya Sûriyê û nîqaşkirina asta têkoşîna jinan foruma diyaloga nîştimanî ya jinan li bajarê Helebê li dar xist.
Foruma bi beşdariya 100 jinan ên ji herêmên Sûriyê birêve çû.Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSDˈê bi dirûşma “Yekitiya jinên sûriyê mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyê ye” foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyê li Helebê li darxist.
Forum bi beşdariya 100 jinên ji Siwêda, Şam, Tertûs, Hums, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Cezîrê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê birêveçû.
Di roja yekemîn de dê mijara yekemîn a bi navê “Bi çavê jinan stratejiya çareserkirina aloziyê” ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ya Helebê Zeyneb Qenber ve û Mijara duyemîn a bi sernavê “Beşdraiya giştî ya jinên sûriyeyî” ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Qamişlo ya MSDˈê Hindirîn Mihemed ve were şîrovekirin.
Di forumê de piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka MSDˈê Leyla Qereman îşaret pê kir ku welat di aloziyeke mezin a siyasî û mirovî de ye û hewldanên navneteweyî û nîştimanî yên bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn têk çûn.
Leyla Qereman got Hikumeta Şamê guhertinê red dike. Hewldanên cidî yên hêzên navneteweyî yên ji bo çareseriyên siyasî yên bingehîn ku welat ji aloziyê rizgar bike jî tune ne.
Leyla Qereman bal kişand ser têkoşîna jinên Sûriyê û got: Têkoşîna jinên Sûriyê ya ji bo doza xwe mezin bûye û êdî doza jinan bûye dozeke navendî.
Leyla Qehreman têkoşîna jinên Suweydayê silav kir û bang kir ku Divê tevahî rêxistin û tevgerên jinan bi israr û sekn bixebitin. Divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin.
Di forumê de dê sînefizyonek li ser karûxebatên ofîsa jin were pêşandan.
Foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyê bi nirxandina mirjaran û nîqaşên beşdaran dewam dike.
Di roja duyem a forumê de dê mijara bi navê rola jin di misogerkirina aştiyê de were şîrovekirin û forum bi encamnameyekê bi dawî bibe.
