ÇAND Û HUNERA KOBANÊ BI ŞANOYEKÊ BAL KIŞAND SER KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO

Rojava Tv
1 Min Read

Kargeha Şano ya çand û hunera Baqî Xido, bi pêşkêşkirina şanoyekê bal kişandin ser komploya li dijî Rêber APO û durûtiya welatên cîhanê.
Şano bi beşdariya hejmarek ji ciwan û şêniyên bajarê Kobanê, li navenda çand û hunera Baqî Xido, îro hate pêşkêşkirin.
Di şanoyê de lîstikvan behsa tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO û bêdengiya aliyên peywendîdar dikin.
Li aliyekî din jî lîstikvan balê dikêşin ser xweragiriya Rêber APO û hêza wî ya têkoşîna li hemberî îşkencekar û komplogeran.
Endamên kargeha Şano jî dibêjin, tecrîda li dijî Rêber APO, li dijî mirovahiyê ye.

Share This Article