ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI HESEKÊ BI DAXUYANIYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû lidarxistin, di roja 7’an de bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû lidarxistin.

Di çalakiyê de şêniyên navçe û gundewarên girêdayî kantona Hesekê beşdar bûn.

Di roja 7’an a çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin, her wiha hat gotin ku, bi felsefeya Rêber APO re pêkhateyên herêmê li hev kom bûn û hevgirtina xwe xurt kirin.

Her di daxuyaniyê de hat gotin ku dê çalakî û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO berdewam bikin.

Share This Article