Li ser vexwendina Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Apo, şandeyeke payebilind a Metranê Romê Ortodoks ê Helebê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.
Şande ji aliyê Însiyatîfê ve hate pêşwazîkirin û derbarê teşeya rêveberiyê ya guncew ku mafan û azadiyê misoger dike, nerîn hatin parvekirin.
Her di hevdîtinê de her du aliyan lihevkirin ku Modela Demokratîk li Sûriyê girîng e û ramanên Rêber Abdullah Ocalan di nav gel de cihê xwe girtiye.
Her wiha însiyatîfê ji bo ku şande ramanên Rêber Apo nas bikin, perspektîfên Rêbertî pêşkêşî wan kir.
Piştre şande berê xwe dan Meclisa Giştî û li wir jî modela rêveberiya xwecih û lihevkirina 1’ê Nîsanê nîqaş kirin.
Gera şandeyê bi serdana goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û muzexaneya wêneyên şehîdan, bi dawî bû.
