Beriya du rojan xelkên herêmê û bêyî ragihandina ti biryareke fermî ji aliyên têkildar, mazota serbest bi 6 hezar û 200 lîreyên sûrî dagirtin.
Beriya wê her lîtreke mazotê bi 4 Hezar û 100 lîreyan bû, li gorî bihayê niha, rêjeya wê ji 20% zêde bûye.
Lê bihayê lîtreya mazota xizmetguzarî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye diyarkirin, weke xwe maye.
Derbarê bilindbûna nirxê mazota serbest heta niha ne biryar, ne jî tu daxuyaniyeke fermî nehatine dayin, tenê xwediyên benzînxaneyan nirx buha kirine.
Xelkên herêmê jî ji vê biryarê bi gazinin û bi rêya Rojava TV dibêjin, em ji Rêveberiya xwe bawer in ku dê guh bide me û nirxê mazotê daxîne.
