Rêveberên Ofîsa Perwerdê yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, biryara Tevgera Azadiya Kurdistanê ya vekîşna hêzên xwe nirxandin û bi gava xelasiya Tirkiyê bi nav kirin.
Rêveberan gotin: Pêvajo derbasî pêngaveke nû dibe û divê tirkiyê vê yekê baş bibîne.
Biryara Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya vekişîna ji Tirkiyeyê, di nav derdorên siyasî û civakî de, bertekên erênî derxist holê.
Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, ev biryar wekî gaveke erênî ber bi pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn ve nirxandin û bang li Tirkiyê kirin ku jî gavên şênber bavêje.
Di heman çarçoveyê de, Rêveberê Ofîsa Perwerdê yê Helebê Mustefa Kolek ji Rojava TV re axivî.
Mustefa Kolek anî ziman ku bi vê gavê pêvajo derbasî pêngaveke nû dibe û divê tirkiyê vê yekê baş bibîne.
Rêvebera Ofîsê Sû’ad Hesen jî anî ziman ku bidestxistina mafê gelê di hundir bakurê kurdistanê de erkekî bingehîn e û divê tirkiyê wê paşguh neke.
Hemû çav li ser Tirkiyeyê û helwesta wê ne, ka dê di dema pêş de çi helwestê li hember banga dîrokî ya Rêber Ocalan bide?
Analîstên siyasî diyar dikin ku biryara vekişîna gerîlayan, ji bo Tirkiyeyê derfeteke dawî ye, ku niyeta xwe ya baş a ji bo p]ngava azadiyê nîşan bide.
