Bi armanca piştigiriya kampaniya YPJ’ê, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişloyê panêlek li darxist.
Panel di bin diruşmeya ” Em Hemû YPJ ne, YPJ hebêna me ye ” hat li darxistin.
Bi dehan jinên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî, Kongra Star, Meclisa Jin û YPJ’ê li Hola otêla Burc a Qamişloyê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, sê mijar hatin nîqaşkirin. ( Misogerkirina YPJ di bervaniya Sûriyê de, pejrandina destkeftiyên jin û parastina jin di tevahî milên siyasî, civakî û leşkerî de.
Beşdaran tekez kirin ku ji bo avakirina Sûriyek demokratî û parstina mafan, pêwîste mafê Jinan û YPJ’ê di destûra nû ya Sûriyê de were misogerkirin.
