Rojnamevanên jin ên ku li Şehbayê kar û xebatê dimeşînin, têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ji Rojava Tv re axivîn.
Rojnamevanan gotin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Rojnamevanan armanc dike dengê Heqîqetê qut bike.
Dewleta Tirk a faşîst, her dem xwe li ser xwîna gelan ava dike, da ku dengê rastiyê qut bike û kiryarên xwe veşêre, Rojnemevanên azad ên ku bûne ragihînerên doza gelê xwe dike hedef.
Dewleta Tirk 23’yê Tebaxê bi balafireke bê mirov êrîşî erebeya JIN TV kir.
Rojnamevanên jin ên ku li Şehbayê, têkildarî êrîşên li dijî rojnamevanan ji Rojava Tv re axivîn.
Rojnamevanan gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze şoreşa jinan têk bibe.
Rojnamevanan diyar kirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan armanc dike dengê Heqîqetê qut bike.
Rojnamevanên jin ên li Şehbayê destnîşan kirin ku bi bêdengiya Navdewletî re Dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi balafirên bê mirov zêdetir dike.
Her wiha destnîşan kirin ku her çiqas dagirkeriya dewleta Tirk êrîşên xwe zêde bike, ew ê berdewam sûcên wê ji raya giştî re regihînin.
