BEŞA DUYEMÎN A HÊZÊN LEŞKERÎ JI ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ DERKETIN

Rojava Tv
1 Min Read

Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ku ji nêzî 500 şervanan pêk tê, îro ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketin û ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê.

Di 1’ê Nîsanê de Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi desthilata Şamê re peymaneke ku ji 14 xalan pêk tê, îmze kir.

Yekemîn bendên peymanê di 3’ê Nîsana 2025an de bi pevguhertina 243 dîlan hate cîbicîkirin.

Di 4’ê Nîsanê de jî yekemîn beşa hêzên leşkerî ku ji nêzî 400 şervanên jin û mêr pêk tê, bi hemû alavên xwe yên leşkerî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Îro jî bi heman awayî nêzî 500 şervanan derbas bûn.

Share This Article