BI PÊŞENGTIYA YPJ’Ê DESTANÊN LEHENGIYÊ LI ENIYÊN ŞER TÊ NIVÎSANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Lana Hisên ji Rojava TV re diyar kir ku, ew ê bi rihê berxwedana kobanê dewleta tirk li bendava tişrînê têk bibin û kêliya serkeftinê ji gelê xwe re raghînin.

Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Lana Hisên derbarê berxwedana şervanên QSD ku bi pêşengtiya YPJ zêdetirî mehekê ye li hember dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li Bendava Tişrîn û Pira Qeraqozaqê didin meşandin ji Rojava TV re nirxandin kir.

Lana Hisên diyar kir ku, ew ê bi rihê berxwedana kobanê dewleta tirk li bendava tişrînê têk bibin.

Her wiha Lana Hisên di nava nirxandinên xwe de piştgiriya gel a ji bo şervanên azadiyê silav kir û tekez kir ku, ew ê li kêlek gelê xwe têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Lana Hisên di dawiya nirxandinên xwe de soz da ku ew ê heta kêliya serkeftinê li ser axa xwe li ber xwe bidin.

Share This Article