Kongra Star a kantona Firatê derbarê êrîşên dawî ên dewleta tirk daxuyaniyek parve kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de got: Bi salan e tirkiyê li ser gelê kurd êrişan pêk tîne. Komara faşîst her çiqas êrişên hovane pêk bîne jî lê gelên li herêmê bi berxwedana xwe bersiva êrîşan didin.
Kongra Star anî ziman ku Ew wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê xwedî felsefeya netewa demokratik in, ji lewra ew ê rê nedin dijmin ku planên xwe pêk bîne.
Kongra Star a kantona Firatê di dawiyê de bal kişand ser hêza jinan û got, dê jin bi felsefeya jin jiyan azadî dagirkeriyê ji nav bibe.
KONGRA STAR A FIRATÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIR
