Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyên 2 şehîdên HRE`ê Zinar Til Qirah û Egîd Efrîn ên di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehrezê ya kantona Şehba oxir kirin.
Şêniyên Efrînê bi karwanekî erebeyan cenazeyên şehîdan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de endamê Encumena Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Îbrahîm Kenco axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Paşê, wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan di bin dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.
