BI DEHAN PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI LUBNANÊ LI BAJARÊ ŞEHBAYÊ HATINE BICIHKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dehan penaberên Sûrî yên ku ji ber şerê di navbera Artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de derbider bûn, berê xwe dan bajarê Şehbayê.

Rêveberiya Xweser ya kantona Efrîn- Şehbayê li gorî derfetên xwe yên sînordar pêdiviyên wan dabîn dike û alîkariyê ji wan re pêşkêş dike.

Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê, tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, pêşwaziyê li penaberên Sûrî yên li Lubnanê dike.

Şaneya krîzê ya ku Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziyê ve ava kir, bi derfetên sînordar hewl dide pêdiviyên penaberan dabîn bike.

Li bajarê Şehbayê ta niha zêdetirî 10 malbatan hatine pêşwazîkirin û Rêveberiya Xweser ji wan re çadir vedan û alîkarî pêşkêşî wan kir.

Penaberekî ku ji Lubnanê derbasî bajarê Şehbayê bûye, diyar dike ku Rêveberiya Xweser barê wan hilgirte ser milê xwe û alîkarî pêşkêşî wan kir.

Ji ber şerê di navbera Artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de, pêleke zêde ya koçberiyê çêbû. Li gorî amarên Rêveberiya Xweser nêzîka 20 hezar penaberên Sûrî û hemwelatiyên Lubnanê ber xwe dane herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Share This Article