BI BONEYA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN KURDÎ HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê îro Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn li bajarê Qamişlo li dar xist.

Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişlo tê lidarxistin û şandeyên ji Reqa û Tebqayê jî beşdar bûne.

Di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûk, bi zaraveyên kurmancî, soranî û kurmancî tên pêşandan.

32 weşanxane, saziyên çandî û yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşangehê dibin.

Pirtûkên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hatine pêşandan, lê ji ber deriyê Fîşxabûr ji aliyê PDK ve hatiye girtin weşanxaneyên li wan aliyan nikarîbûn beşdar bibin.

Di pêşengehê de gelek kes axivîn û nerînên xwe di derbarî vê pêşengehê de nîşan dan.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn pêşengeh heta 17’ê Gulanê dewam dike.

Share This Article