Nivîsgeha Daristanan a Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Reqayê piştgiriyê dide jinan da ku di warê çandiniyê de wan aktîv bike û karibin çavdêriyê li ser çandinî û zeviyan bikin.
Herî dawî jinan li Reqayê erdekî bi rûbera 60 donimî çandin û çavdêriyê li ser parastin û xwedîkirina wê dikin.
Bi berfirehbûna bernameyên parastina çavkaniyên xwezayî, Nivîsgeha Daristanan a Desteya Çandinî û Avdanê li Kantona Reqayê, jinan bi awayekî xurt di sektora çandiniyê û rêveberiya zeviyan de bi cih dike.
Komên jinan di karên teknîkî û îdarî de dixebitin, di nav de çavdêriya daristanan, belgekirina çalakiyên neqanûnî yên li dijî xwezayê, û organîzekirina kampanyayên çandiniyê dikin.
Di vê çarçoveyê de, çavdêra Zeviya Jinan a girêdayî Nivîsgeha Daristanan a kantona Reqayê Hûda El Salim, hûrguliyên têkildarî çandina erd û çavdêriya wê ji hêla jinan ve ji kameraya Rojava TV re şîrove kir.
Hevseroka Ofîsa Pêşîlêgirtinê ya Desteya Çandinî û Avdanê Nesma El-Ehmed jî behsa xebata ofîsê ya li zeviyên çandiniyê kir.
Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê di hemû sektorên jiyanê de, ji sektora siyasî bigire heya sektora çandiniyê, bûne lîstikvanên çalak.
Jin bûne kevirê bingehîn ê her serkeftinek berbiçav.
