Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê bi merasîmekê şehîd Sosin Bîrhat bi bîr anîn.
Di destpêka merasîmê de endamê rêveber ê encumena Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, Nadir Muslim got: “Em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin û armancên wan pêk bînin. Rêya ku dest pê kirine em ê berdewam bikin
Her wiha, xwişka şehîd Sosin Bîrhat Îlham bîrhat têkoşîna QSD’ê û lidarxistina Operasyona Sond silav kir û got: “dewleta tirk adagirker bi riya êrîşên xwe dixwaze îradaeya me bişkîne.
Piştre beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û li ser jiyana şehîd Sosin Bîrhat sînevîzyonek hat pêşandan.
Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
