Komelgeha Perwerdeyê ya Qamişlo bi hemahengiya li gel Rêveberiya Dibistananên Qamişlo, bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê du çalakî li goristana şehîd Delîl Saroxan li dar xistin.
Di çalakiya yekemîn de, xwendekarên dibistanan hin wêneyên ku temsîla jinên Kurd dikin, xêz kirin.
Çalakî bi xelatkirina xwendekarên beşdar re bi dawî bû.
Piştî çalakiya xêzkirinê, bi dehan xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, berê xwe dan nava gorên şehîdan û li wir sirûda Ey Reqîb ji bo bîranîna şehîdan xwendin.
Çalakî bi danîna baxê gulan li ber peykera şehîdan û berzkirina siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
KOMELGEHA PERWERDEYÊ YA QAMIŞLO BI BONEYA 8’Ê ADARÊ RÊZEÇALAKÎ LI DAR XIST
