Hevseroka Buroya parastinê ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyê Beyan Elî Li hember êrîşên dewleta tirk li ser herêmê tekez kir ku ew weke Hêzên Leşkerî her dem amade ne ku parastina gel û xaka xwe bikin.
Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya Navdewletî li hebmer Êrîşên dewleta tirk nîşaneya hevkariyê ye.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî herêmê didomîne. Jiyana zêdetirî 5 milyon sivîl û bi hezaran koçberan dixe xetereyê.
Di encama êrîşên dewleta tirk de bi dehan welatiyên sivîl û şervan şehîd bûn, her wiha binsaziya herêmê û jêderên jiyanê ziyanên mezin dîtin.
Derbarê mijarê Hevseroka Buroya parastinê ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyê Beyan Elî tekez kir ku ew weke Hêzên Leşkerî her dem amade ne parastina gel û xaka xwe bikin.
Beyan Elî destnîşan kir ku bêdengiya Navdewletî li hebmer Êrîşên dewleta tirk nîşaneya hevkariyê ye.
Roja 19’ê vê mehê dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û li gorî amaran di encamê de 14 sivîl û 16 şervan şehîd bûne. Her wiha 45 navendên xizmetguzariyê jî hatin rûxandin .
