Koçberên Efrînî yên li navçeya Til Rifetê têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe anîn ziman û gotin: “Tirkiyê bi top û balafirên xwe dixwaze careke din me koçber bike”.
Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha di êrîşên xwe yên bê ser û ber de gelek dever bombebaran kir.
Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li dijî herêmê de ne tenê xalên leşkerî lê belê sivîl, zarok û binesaziya herêmê jî kir armanc.
Têkildarî êrîşan koçberên Efrînî yên li navçeya Til Rifetê ji Rojava Tv re axivîn û gotin: “Em êrîşên Tirkiyê şermezar dikin û em hîviya vegera li Efrînê dikin”.
Her wiha koçberan gotin ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker têk diçe.
Di nava bêdengiyeke metrsîdar de Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe bi hemû rê û rêbazên bê exlaqî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.
Tirkiyê bi êrîşên xwe hewl dide ku herêmê ji şêniyên wê vala bike da ku dagir bike.
