YEKÎTIYÊN REWŞENBÎRAN ROLA REWŞENBÎRAN DI AVAKIRINA SÛRIYÊ DE NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi armanca xurtkirina rola rewşenbîran ya di avakirina Sûriyeke demokratîk de forumek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan endamên yekîtiya nîvîskarên Kurdistana Sûriyê, yekîtiya nîvîskar û rojnemevanên Kurdistana Sûriyê, yekîtiya rewşenbîrên kantona Cizîrê û yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li hola Zana ya bajarê Qamişloyê di forumê de amadebûn.

Di forumê de piştî deqeyek rêzgirtin, nîqaş li ser rola rewşenbîran ya li ser avakirina civakeke demokratîk û belavkirina nameyên aştiyê, hate kirin.

Foruma Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hin encamnameyan bi dawî bû.

Di xalên encamnameyê de bal hate kişandin ser xîtaba kînê ya ku niha li hin herêmên sûriyê tê kirin û tekezî li ser belavkirina hezkirinê di sûriyeya nû de hate kirin.

Share This Article