Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ya Helebê Zeyneb Elî pergala qirkirinê ya li dijî Rêber APO şermezar kir û got, dewleta tirk a faşîst armanc dike Rêber APO û gel ji hev qut bike.
Her wiha Zeyneb Elî tekez kir ku, ew ê ji bo azadiya Rêbertî her di nava tevgerê de bin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin.
Dewleta Tirk a faşîst 26 sal in Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û pergaleke qirkirin û êşkenceyê ya giran li dijî Rêbertî dimeşîne.
Piştî çar salan di 24’ê Cotmeha 2024’an de li gel biraziyê xwe Omer Ocalan hevdîtin pêk anî, di hevdîtinê de Rêber Apo got, tecrîd hê jî berdewam dike.
derbarê mijarê de, Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ya helebê Zeyneb Elî got, dewleta tirk a faşîst armanc dike Rêbertî û gel ji hev qut bike.
