LI REQAYÊ PARKEKE NÛ BI NAVÊ ŞEHÎD KEREM El-ŞIHAB HAT VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a kantona Reqayê jî îro bi boneya 8’ê adarê û ji bo bîranîna şehîd Kerem El-Şihab parkek li ser navê “şehîd Kerem Şehab” vekir.
Bi dehan welatiyên kantonê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî beşdarî vekirina parkê bûn.
park ji aliyê malbata şehîd Kerem El-Şehab ve hate vekirin, Paşê hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Sena Yûsif vekirina parkê li welatiyan pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan dar ji aliyê beşdaran ve hatin çandin.
Merasîma vekirinê bi stran û dîlanên gelêrî bi dawî bû.

Share This Article