Her nîgarek ji van nîgarên ciwan û rengîn, dîrokeke hemdemî ku di nava xwe de destaneyan dihewîne, nîşan dide.
TEV- ÇAND’ê roja 4’ê nîsana îsal di bin navê “Meşa Azadiyê” de li ser dîwarê lîstikgeha şehîdên 12’ê adarê dest bi xêzkirina wan kiribû û duh bi çalakiyeke hunerî danasîna wan kir.
“Meşa Azadiyê” di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de hate sazkirin û 29 wêneyên ku behsa qonaxên giring ên tevgera azadiyê dike, li xwe digre.
Rêvebirên TEV- ÇAND’ê diyar dikin ku armanca wan xurtkirina çanda berxwedaniyê û piştevaniya tevgera azadiyê ye.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO, li seranserî Kurdistan û cîhanê çalakiyên mezin têne lidarxistin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê tê kirin.
