Berdevkê Yekîneyên Partastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Rojava TV re ragihand ku, di van êrîşên dawiyê de ti nuqteyên wan nehatine hedefgirtin û dewleta Tirk şehîdxistina sivîlan ji bo xwe weke serkeftinekê dibîne.
Her wiha da zanîn ku, êrîşên Tirkiyê dibin sedema zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê.
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê vê mehê ve bi dijwarî êrîşî binesaziya herêmê dike û sivîlan şehîd dixe.
Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk idîa dike ku wan baregeh û nuqteyên şervanên YPG’ê û QSD’ê hedef girtine.
Têkildarî mijarê û armancên êrîşên dewleta Tirk Berdevkê Yekîneyên Partastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Rojava TV re nirxandin kir.
Nûrî Mehmûd diyar kir ku, ti nuqteyên wan nehatine hedefgirtin û dewleta Tirk şehîdxistina sivîlan ji bo xwe weke serkeftinekê dibîne.
Her wiha Nûrî Mehmûd bal kişand ser metirsiyên çeteyên DAIŞ’ê û da zanîn, êrîşên Tirkiyê dibin sedema zindîbûna DAIŞ’ê.
Di dewama nirxandinên xwe de Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd behsa bêhelwestiya Hevpeymaniya Navdewletî kir û aşkere kir ku ew li gorî berjewendiyên xwe yên berteng tevdigerin.
