CIWANÊN HELEBÊ ŞEHÎD ÇIYA RIZGAR Û BÊRÎTAN AMED BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Ciwanên Helebê şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan dan.

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo bîranîna şehîd Çiya Rizgar û Bêrîtan Amed ku di meha Tebaxê de şehîd bibûn, merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li navenda yekitiyê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi beşdariya ciwanên taxê, saziyên sivîl û partiyên siyasî li dar ket.

Endama yekitiyê Zeyneb Ebdo li ser jiyana herdu şehîdan û rola wan ya di pêşxistina ciwanan û birêxistinkirina wan de axivî û soza domandina rêya wan dubare kir.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana herdu şehîdan hat pêşandan.

Share This Article