NIVÎSGEHA GAZÊ YA REQAYÊ JI BO DABÎNKIRINA GAZÊ JI WELATIYAN RE DI NAV XEBATÊ DE YE

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Gazê ya girêdayî sotemeniya kantona Reqayê kar li ser berfirehkirina navendên belavkirina gazê dike.
Du navendên sereke li taxa El-Firdos û taxa El-Rimîla ya li navenda kantona Reqayê hene, ku li gorî kartên elektronîk ên ku di destên welatiyan de ne, cereyên gazê li ser wan belav dikin.
Di vê derbarê de Nivîsîngeha Gazê tekez kir ku, ji bo cîbicîkirina pêdiviyên welatiyan ên gazê, ew dixebitin û lêkolînan pêk tînin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, zirareke mezin gihaşte binesaziya herêmê û çavkaniyên sotemeniyê.

Share This Article