AZAD OSMAN Û ELA ÎBRAHÎM BI ŞAHIYÊN GIRSEYÎ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Azad Osman û Ela Îbrahîm ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn girtin, piştî 7 salan hatin berdan.

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de heta niha gelek şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji aliyê çekdarên hikumeta demkî ya Şamê ve hatibûn girtin, hatin berdan. Lê serpêhatiya Azad Osman û Ela Îbrahîm cuda ye.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Her wiha li gelek cihan rê girtin, kesên dihatin û diçûn, digirtin.

Azad û Ela jî di 12’ê Cotmeha 2019’an de dema dixwest derbasî Tebqayê bibin, li Silûkê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatibû girtin. Piştî 7 salan di 17’ê Tîrmehê (2026) de hatin berdan û şevê din gihaştin malên xwe yên li Qamişloyê.

Herdû dîlgirtî di nava şahiyên girseyî de hatin pêşwazîkirin.

Share This Article