OFÎSA SERJIMARIYÊ AMADEKARIYÊN DESTPÊKIRINA SERJIMÊRIYA NIFÛSÊ LI KANTONA FIRATÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Plankirin Serjimariyê ya Kantona Firatê amadekariyên destpêkirina serjimariyeke berfireh a nifûsê li kantonê, di dawiyê vê mehê de dike.

Ofîsa Plankirin Serjimariyê ya Kantona Firatê ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku amadekariyên vê pirojeyê ji demeke dirêj ve tê kirin û niha jî wê dest bi civîn û perweredekirina tîmên ku dê cihê xwe di pirojeya serjimariyê bigirin, dike.

Ofîsê da zanîn ku dê ev piroje bi hemahengiya bi navenda Rojava ya lêkolînên Stratîjîk re be û dê endamên saziyên Rêveberiya Xweser, mamoste, xwendekarên zanêngehê û endamên komînan cihê xwe bigirin.

Ofîsa Plankirin û Serjimariyê ya Kantona Firatê Aşkere kir ku dê serjimêrî rojek be û dê di nava wê rojê de qedexeya derketina ji malê were ferzkirin, her wiha bang li welatiyan kir ku bi têmên serjimêriyê re alîkar bin.

Share This Article