Bi beşdariya hejmarek ji parêzer û dadwerên, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas û pisporên dadmendiyê, Meclisa Edaleta Jin a kantonên Reqa û Tebqayê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Di rojeva civînê de nirxandina xebata Meclisa Edaleta Jin hat vegotin. Piştî wê, analîzek li ser rewşa siyasî ya giştî û bandora wê li ser rewşa qanûnî û dadwerî hate kirin. Dû re rapora salê ya Meclisa Edaleta Jin hat pêşkêşkirin.
Piştî vê yekê, derfet ji bo pirs û şîroveyên beşdaran hate vekirin. Beşdaran zehmetî û dijwarîyên herî girîng anîn ziman, her weha destkeftiyên peydakirina piştgiriya qanûnî nirxandin.
Civîn bi komek encam û pêşniyarên ku tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina mekanîzmayên xebatê û xurtkirina hevrêziyê bi saziyên têkildar re dikin, bi dawî bû.
